HSD: Bombebaranên Tirkiyeyê zirareke zêde gehandiye Bendava Tişrînê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, “Ev ji bo roja duyê ye li ser hev ku balafirên şerî yên Tirkiyeyê xelkê sivîl li nêzî Bendava Tişrînê dikin armanc, û ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Ev ji bo dema du rojan e balafirên şerî û dronên Tirkiyeyê nêzî Bendava Tişrînê dikin armanc, ku bûye sedema mirina hejmareke welatiyên sivîl û gelek zirar jî gehiştine wê bendavê.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne.” Amaje jî da, “Tirkiye bê çi rêgiriyên qanûnî û mirovî li ser kirina tawanan li dijî gelê Sûriyeyê berdewam e.”
HSD daxwazê ji Civaka Navdwletî jî dike ku, helwesteke mukom li beranberî van êrîşan hebe. Haydariyê jî li ser metirsiyên bêdengbûna li bernaberî wan komkujiyan didin ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, xasma jî li derdora Bendava Tişrînê.