Michael Corella serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Fermandarê CENTCOMê bi berpirsên HSDê re civiya

General Michael Corella
General Michael Corella

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehandinek parve kiriye û tê de amaje daye, “General Michael Corella serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û fermandarên Amerîkayê re civiya.”

Di ragehandina CENTCOMê de hatiye ku, di civîna wan de behsa nûtirîn pêşhatên deverê û rêgiriya li xwerêkxistina DAIŞê û berhingarbûna wê rêkxistinê kiriye.

CENTCOMê amaje jî daye, Michael Corella li bakurê rojhilata Sûriyeyê serdana kempên Roj û Holê kiriye, ku zêdetirî 40 hezar awareyan tê de ne û piraniya wan peywendî bi DAIŞê re heye.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ron jî kiriye, “HSD çend zindanan diparêze, ku zêdetirî neh hezar çekdarên DAIŞê tê de hatine zindanîkirin.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, CENTCOM piştevaniya vegeriyana awareyan ji bo warên wan dike, herwesa bi Civaka Navdewletî re ji bo veguhastina awareyên wan her du kempan û çekdarên DAIŞê ji bo welatên wan di peywendiyê de ye.

Ev serdana Fermandarê Hêzên Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku, pirsa tevlîbûna hêzên Kurdî di Hikûmeta Sûriyeyê ya nû de yek ji qebxwaziyên herî serekî ye, xasma jî daxwaziyên Tirkiyeyê ji bo jiçekkirin û derxistina hêzên biyanî ji Rojvayê Kurdistanê.