UNHCR: Heta niha 200 hezar Sûrî vegeriyane malên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî dibêje, ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed nêzîkî ji 200 hezar Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Penaberan (UNHCR) Filippo Grandi li tora “X” belav kir, nêzîkî 195 hezar û 200 penaberên Sûrî di navbera 8ê Berçileya 2024an û 16ê Çileya 2025an de vegeriyane welatê xwe.
Grandi got, ew ê di demek nêzîk de serdana Sûriyeyê û welatên cîran bike, tevî ku dema serdanê diyar nekir.
Hevdem, UNHCR texmîn dike ku zêdetirî 550 hezar Sûrî di sala 2024an de vegeriyane warên xwe.
Amaje bi wê jî kir, gelek penaber hîn jî ji bo vegerê dudil in, ew tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya darayî û lojîstîkî dikin, da ku karibin vegerin û jiyan û malên xwe li Sûriyeyê ava bikin.
Şerê navxweyî Sûriyeyê ya di sala 2011ê de derketiye, bû sedema hejmara herî mezin a penaberan li ser asta cîhanê. Li gorî Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Necat Ruşdî, zêdetir ji 13 milyon welatiyên Sûrî bi darê zorê ji gund û bajarên xwe derketine.