Îro Serokê nû yê Amerîkayê dest bi karê xwe dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê û cîgirê wî îro sonda qanûnî dixwen, diçin Koçka Spî û bi awayekî fermî dest bi karê xwe dikin.

Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê yê 47 îro (Duşem, 20.01.2025) nêzî seet 12:00 ê nîvroyê bi dema Waşintonê (08:00 êvarê bi dema Hewlêrê) di merasîmeke mezin û taybet de li Waşintonê sonda qanûnî dixwe.  Herwesa Cîgirê Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê J. D. Vans jî sonda qanûnî dixwe û her du bi awayekî fermî dest bi karê xwe dikin.

Merasîma sondxwarinê ya Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump û cîgirê wî bi tevlîbûna bi dehan serok û serkirdeyên welatan, kesatî û bazirganên cîhanê li nav avahiyê Kongirêsê bi rê ve diçe.

Li destpêkê Trump û J. D. Vans diçin Dêra Saint John li Waşintonê û tevlî çend merasîmên olî dibin, paşî diçin avahiyê Kongirêsê û li wê derê sonda qanûnî dixwen. Piştî temambûna merasîma sondxwarinê jî, Serokê nû yê Amerîkayê û cîgirê wî diçin Koçka Spî û bi awayekî fermî dest bi karê xwe dikin.

Hejmareke serkirde û berpirsên ku tevlîbûna wan yekalî bûye:

1.    Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu

2.    Nûnerê taybet ê Serokê Çînê Xi Jinping

3.    Wezîrê Derve yê Japonê Takeshi Iwaya

4.    Wezîrê Derve yê Hindistanê S. Jaishankar

5.    Balyozên welatan li Amerîkayê

6.    Serokên pêştir ên Amerîkayê

7.    Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz

Heta niha lijneya serperiştîkirina wê merasîmê û Koçka Spî tevlîbûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û çi berpirsekî din ê Rojhilata Navîn piştrast nekiriye.

Herwesa pêşbînî tê kirin ku zêdetirî 200 hezar kesên asayî jî tevlî wê merasîmê bibin, lê divê pilêtê bikirin ku bihayê nêzî 500 dolaran e.

Xerciya wê merasîmê ji aliyê lijneya destpêkirina karî ya Donald Trump ve tê serperiştîkirin, texmîn tê kirin ku ew lijne heta zêdetirî 170 milyon dolaran ji bo merasîma destpêkirina karî ya Trump kom bike û hejmareke pîvaneyî di dîroka Amerîkayê de tomar bike.

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li roja Sêşemê, 05.11.2024, hatin kirin, Donald Trump karî dengên 292 nûneran misoger bike û bi ser bikeve, li beranber jî Kamala Harris dengên 223 nûneran birin û nekarî bi ser bikeve.