Serkirdeyekî ENKSê kuştî li bajarokê Tirbespiyê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 4 rojan ji revandina wî, îro termê serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê hat dîtin.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Îsmaîl Fetah roja 16ê vê mehê li ser rêya Qamişlo – Gerkî Lagê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin. Îro 20ê Çile kuştî li nêzîkî bajarokê Tirbespiyê hat dîtin.
Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) îro belav kir, duh 19 Çile agahî ji wan re hat ku termek li nêzîkî Tirbespiyê heye, dewriyeyeke hêzên wan ji bo lêkolînê çû cihê bûyerê û diyar bû ku ew termê Îsmaîl Fetah e.
Da zanîn, wan derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.