Donald Trump wek 47emîn Serokê Amerîkayê sûnd xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Baregeha Kongressê ya li Washingtonê, Donald Trump, wek 47emîn Serokê Amerîkayê sûnd xwar.
Donald Trump îro Duşemê 20.1.2025an di merasîmekê de sûnd xwar, ta ku ji bo heyamek 4 salan û li şûna Joe Biden, bibe 47emîn Serokê Amerîkayê.
Trump di gotara xwe ya piştî sûndxwarinê de got: “Ez ê Amerîkayê bibim pêş û serweriya Amerîkayê biparêzin.”
Herwiha got: “Îro destpêka serdema zêrîn a Amerîkayê ye. Ji îro ve hemû welat dê rêz li me bigire.”
Serokê nû yê Amerîkayê got: “Em ê dawî li bikaranîna desthilata dadweriyê wek çekekî siyasî bînin.”
Amaje bi wê jî kir: “Hikûmetek me ya niha, nikare biçûktirîn qeyranê jî çareser bike û berevaniyê li sînorên welatên din dike û hikûmeta nihe nikare sînor û xelkê Amerîkayê biparêze.”
Herwiha Trump da zanîn, ew Amerîka bihêztir û xweşguzartir dike û got: “Divê gelê Amerîkayê bi xwe serbilind be.”