Dem Partî: Hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî pîroz û girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM-Partî pêşwazîkirina MEzlûm Ebdî ji aliyê Serok Barzanî ve wekî gaveke pîroz û girîng dizane û radigihîne: Ev hevdîtin dê xizmeta çareserkirina pirsgirêkên Kurdan bike.
Parlamentera DEM-Partiyê Meral Daniş Beştaş ji K24ê re dilxweşiya xwe ji hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî ya HSDê Mezlûm Ebdî anî ziman û got, ev hevdîtin li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê bi dilxweşî hatiye pêşwazîkirin. Ev gaveke gelekî giring û pîroz e.
Beştaş got: “Divê yekîtiya gelê Kurd pêk bê, divê di nava Kurdan de danûstandinên bi vî rengî ku xizmeta yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên Kurdan dike berdewam be.”
Parlamentera DEM-Partiyê got jî: “Pêşengên Kurdan nêzîkî hevdu bibin, dê çareserî zûtir bibe.”