Ehmed Şera: Trump dikare aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê desthilata nû ya Sûriyê Ehmed Şera bi boneya destbikarbûna Donald Trump weke serokê nû yê Amerîkayê, pîrozbahî lê kir û got: “Trump dikare aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne.”
Ehmed Şara di daxuyaniya xwe de got: “Ez bi navê serkirde û gelê Sûriyeyê pîrozvahiyê li Donald Trump dikim, ji ber destbikarbûna wî wek 47emîn Serokê Amerîkayê. Hilbijartina Trump pêbaweriya gelê Amerîkayê bi wî nîşan dide.”
Herwiha got: “Em ji dil ji Serok Trump û gelê Amerîkî re serkeftinê dixwazin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di nava 10 salên borî de, Sûriye rastî bêîstîqrarî û karesatekê hat. Lê baweriya me bi Trump heye ku ew ê aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn vegerîne. Em li bendê ne ku têkiliyên di navbera her du welatan de li ser bingeha diyalog û jihevtêgihiştinê baştir bibin.”
Şera her wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku bi vê rêveberiyê re, Amerîka û Sûriye dê derfetê bi dest bixin û hevkariyekê ku daxwazên her du welatan nîşan dide, pêk bînin.”
Donald Trump duh Duşemê 20.1.2025an di merasîmekê de sûnd xwar, ta ku ji bo heyama 4 salan û li şûna Joe Biden, bibe 47emîn Serokê Amerîkayê.
Trump pêştir dabû xuyakirin ku tiştê li Sûriyeyê diqewime, ti pêwendiya welatê wî pê nîne, ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di demeke kurt de got: “Ev şerê wan e, ne şerê me ye.”