Mihemed Şukrî: Yasayên me alîkar in ku veberhêner li Herêma Kurdistanê kar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Mala Kurdistanê li Davosê, derfeta zêdetir dide nasandina Herêma Kurdistanê bi veberhênerên biyanî.

Serokê Desteya Veberhênananê Mihemed Şukrî di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ji K24ê re ragihand, Serokwezîr bi serpereştiya şandeke veberêneran li Davosê ye.

Herwiha got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li WEF bi serokwezîr, berpirs û veberêneran re dicive. Herwiha di rojên 21, 22 û 23ê Çile jî li Mala Kurdistanê dê çend panelên taybet ji bo veberhêneran lidar bixe.”

Da zanîn jî: “Beşdarbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û hebûna Mala Kurdistanê dê derfeta zêdetir bide naskirina Herêma Kurdistanê ji veberênerên biyanî re, bi vî awayî em dikarin zêdetir veberhêneran bikşînin Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Em çaverê dikin ku bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê û veberhênerên xwe, bala verberhênerên din bikşînin. Kurdistan jî herêmek e ku di pêşerojê de dikare bibe herêmek pêşketî. Ji ber ku derfetên weberhênanê yên baş hene û yasayên me jî alîkariya biyaniyan dikin ku werin Herêma Kurdistanê kar bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di yekemîn roja beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de, bi merasîmekê Mala Kurdistanê vekir û got: “Ez kêfxweş im ku bi navê Mala Kurdistanê bo cara duyem beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê dibim.”

 
 
Fly Erbil Advertisment