Trump gefên sepandina sizayî li Rûsyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê gefên sepandina sizayî li ser Rûsyayê dike, eger Putin behsa şerê Ukraynayê neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de got, “Eger Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo danûstandinên li ser Ukraynayê neyê ser maseyê, ez dê sizayî li ser Rûsyayê bisepînim.”

Trump tekez jî kir, “Divê Yekîtiya Ewropayê zêdetir alîkariyan pêşkêşî Ukraynayê bike lê giring e hevsengî di xerciyan de jî hebe.” Herwesa amaje jî da ku, dibe Amerîka çekî jî ji bo Ukraynayê bi rê bike.

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku, Serokê Çînê Xi Jinping haydar kiriye ku di çarekirina qeyrana Ukraynayê de alîkar be.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li roja Duşema borî, çend seetan berî ku Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê yê nû dest bi karê xwe bike, pîrozbahî li wî kir û ragehand, “Danûstandin li ser Ukraynayê û gehiştina bi aştiya berdewam vekirî ne.”