Şeybanî: Rijêma Esed gelek stem li Kurdan kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragehand, “Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve rastî neheqiyê hat.”
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eshed Şeybanî li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Kurd li Sûriyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve rastî neheqiyê hat.”
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê herwesa got, “Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”
Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera jî li roja Yekşemê (29.12.2025) ragehandibû, “Kurd pareke venebirî ya pêkhateyên Sûriyeyê ne.” Amaje jî dabû, “Amadekirin û nivîsîna destûrekî nû ji bo Sûriyeyê mimkin e nêzî sê salan vekêşe, birêveçûna hilbijartinan jî mimkin e pêdivîtî bi çar salan hebe.”
Ehmed Şera di pareke din a gotinên xwe de ragehandibû, “Danûstandinên me bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo çarekirina arêşeyên bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.”
Kurd li Sûriyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.
— أسعد حسن الشيباني (@Asaad_Shaibani) January 21, 2025