Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holandayê pêkanîna hikûmeteke tevgir bo Sûriyeyê tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Serokwezîrê Holandayê re danûstandin li ser guhertin û pêşhatên Rojhilata Navîn û xasma jî li ser Sûriyeyê kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 22.01.2025) di perawêza Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosê, bi Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof re civiya û danûstandin li ser rewşa Rojhilata Navîn û guhertinan kirin.
Her du alî li ser pêdivîtiya parastina aştî û seqamgiriyê û piştevaniya Civaka Navdewletî ji bo pêkanîna hikûmeteke tevgir û tevalî û tevlîbûna hemî pêkhateyên Sûriyeyê di piroseya siyasî û birêvebirina wî welatî de hevnerîn bûn.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Holandayê di warên cuda cuda de kir.