Mesrûr Barzanî û Guterres tekezî li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Çile li Davosê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û kêşeyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewlên Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Berpirsê UNAMI li Iraqê Dr. Mihemed El-Hessan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û parastina aştî û aramiyê li Iraqê, bilind nirxand.
guhartinên li Rojhilata Navîn, agirbesta Xzzeyê û bi taybet rewşa Sûriyeyê, mijareke din a civînê bû. Her du alî li ser giringiya berdewamiya agirbesta li Kerta Xezzeyê û piştgiriya civaka navdewletî ji bo parastina aştî û aramiyê li Sûriyeyê hevnêrîn bûn.