Ehmed Şera: PKK û YPG pirsa DAIŞê bo berjewendiyên xwe bi kar tînin

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê radigehîne, “PKK û YPG pirsa DAIŞê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.” Herwesa dibêje, “YPGê daxwaziya me ji bo kontirolkirina çekî bi cih neaniye.”

Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Pêncşem, 23.01.2025) amaje da, “Siza li ser Rijêma Sûriyeyê hatibûn sepandin, ne gelê Sûriyeyê.” Herwesa got, “Divê Amerîka sizayên li ser Sûriyeyê rake.”

Ehmed Şera herwesa ragehand, “Em rêyê bi hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê û pêşveçûnên Israîlê li ser axa Sûriyeyê nadin.” Herwesa got, “YPGê daxwaziya me ji bo kontirolkirina çekî bi cih neaniye.”