Trump: Ez dixwazim yekser bi Putin re bicivim

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê radigehîne, “Ez amade me bi Serokê Rûsyayê re bicivim.” Herwesa dibêje, “Serokê Ukraynayê jî amade ye bi Serokê Amerîkayê re lihev bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Pêncşem, 23.01.2025) li Koçka Spî ji rojnamevanan re ragehand, “Amerîka Hevpeymaniya NATOyê diparêze lê NATO nikare Amerîkayê biparêze.”
Serokê Amerîkayê ji aliyekî din ve jî amaje da, “Karekî baş e ku arêşeyên girêdayî Îranê bên çarekirin.”
Donald Trump tekez jî kir, “Ez dixwazim yekser bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicivim û em pirsan bi awayekî dualî çare bikin.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de jî got, “Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy amade ye şerî bi Rûsyayê re rawestîne.”