Banka Navendî ya Sûriyeyê samanê kesên nêzî Esed bilok dike

Banka Navendî ya Sûriyeyê
Banka Navendî ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di dema sê rojan de zanyar li ser hemî hejmarên bankî yên kesên nêzî Rijêma esed tên komkirin û paştir tên bilokkirin.

Ajansa Reutersê eşkere kiriye, “Banka Navendî ya Sûriyeyê fermanek ji bo bilokkirina hejmarên bankî yên kesên nêzî Rijêma Esed derxistiye.”

Li dû raporta ajansa Reutersê, Banka Navendî ya Sûriyeyê daxwazê ji dezgehên darayî yên Sûriyeyê dike ku, di dema sê rojan de zanyarên tevaya hejmarên bankî yên kesên nêzî Esed û malbatên wan bi wê bidin.

Ên ku ev biryar jê digire jî koma kompaniyên Qatircî ya nêzî rijêma berê ya Sûriyeyê û çend kompanî û kesatiyên din in.