Şareza haydariyê li ser piroseya spîkirina pereyî li Îraqê didin

Navenda Nûçeyan (K24) - Banka Navendî ya Îraqê di heftiya borî de hejmareke zêde ya dolarî bi her du awayên kaş û hewale berçav kir, wê berçavkirina mezin jî goman û tirs li cem hin şarezayan çê kiriye. Ew şareza amajeyê didin ku, mimkin e piroseyên spîkirina pereyî û derxistina dolarî wekî salên borî hatine destpêkirin, ku bûye sedema sizadana bankên Îraqî.

Banka Navendî ya Îraqê di heftiya borî de milyarek û 471 milyon dolar bi her du awayên kaş û hewale berçav kirin, wesa jî tevahiya berçavkirina rojane di heftiyekê de gehişt nêzî 300 milyon dolaran.

Bisporê Darayî û Şarezayê Aborî yê Îraqê Ziyad Haşimî amaje da, “Vegeriyana Banka Navendî ji bo ku her rojê 300 milyon dolaran berçav bike, gomanên mezin çê dike ku dubare piroseyên spîkirina pereyî û derxistina dolarî peyda bûbin.”

Bilindbûna bilez a astê berçavkirina dolarî ji aliyê Banka Navendî ve amaje ye ji bo pûçkirin û spîkirina pereyî, herwesa dûr nîne bigehe wê astê ku Amerîka careke din sizayan li ser bankên Îraqê bisepîne.

 
Fly Erbil Advertisment