Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyeyê bi Ehmed Şera re civiya

Îbrahîm Kalin û Ehmed Şera
Îbrahîm Kalin û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyeyê serdana Şamê kir û bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê re civiya, lê naveroka wê civînê heta niha nehatiye eşkerekirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê îro (Yekşem, 26.01.2025) parve kiriye, “Şandeke bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li Şamê ye û hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên îdareya nû ya Sûriyeyê re kiriye.”

Li dû wê nûçeyê, Îbrahîm Kalin bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Giştî ya Sûriyeyê Enes Xetab re civiyaye.

Çi zanyar jî li ser naveroka wan civînan nehatine ragehandin. Ev jî wekî serdana yekê ya fermî ya Îbrahîm Kalin tê hejmartin, di demekê de ku piştî nehêlana Rijêma Esed serdana Şamê kiribû, piştî kirina nimêjê li mizgefta Emewiyan jî bi Ehmed Şera re li kolanên wî bajarî piyase kiribûn.