Pêleke penaberan ji Meksîkê ber bi sinorê Amerîkayê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke zêde ya koçberan ku zêdetirî hezar koçberan in ji Meksîkê ber bi sinorê Amerîkayê ve bi rê ket. Ev di demekê de ye ku Donald Trump ragehandibû ku, ewlehiya sinoran tund dike û çi daxwaziyeke dana mafê penaberîtiyê bi cih nayîne.
Yek ji wan koçberan ku xelkê Venziwêlayê ye, navê wî Xosê Arvêlo ye û jiyê wî 37 sal e dibêje, “Me biryar da em biçin ser sinorî û bersiva me didin, hêşta me hêvî heye ku em dikarin biçin Amerîkayê.”
Omer Evîlayê 25 salî, ku xelkê Venziwêlayê ye û li bajarê Tapaçolayê ku dikeve sinorê Gwatîmalayê li wîlayeta Çiyapasê ya Meksîkê dijiya, dibêje, “Min biryar da biçim ji ber ku li Meksîkê kar nîne.”
Hêviya wî ew e ku peywendiyê bi hevjîna xwe bike, ku berî wî bi zarokê wan re ber bi Amerîkayê ve bi rê ketibûn û gehiştine Şîkagoyê.
Pêştir Donald Trump ragehandibû, “Amerîkayê di vê heftiyê de dest bi deportkirina bi sedan koçberên neqanûnî kiriye. Koçka Spî jî şanazî bi wê yekê dikir ku mezintirîn operasyona deprtkirina bikom di dîroka Amerîkayê de hatiye destpêkirin.