Dîndar Zêbarî: 62 kes bi tometa bazirganiya mirovan hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 48. Civîna Panorama ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî li bajarê Cenevê ragihand, li Herêma Kurdistanê 62 kes bi tometa bazirganiya mirovan hatine girtin. Herwiha got, ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 14 bendav ava kirine.

Bi amadebûna Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro 27ê Çile 48emîn Civîna Panorama ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî li bajarê Cenêvê birêve çû.

Di çarçoveya 48emîn Civîna Panorama ya Encûmena Mafên Mirovan de, Dînar Zêbarî gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi nehiştina cudakariya nijadî û rûbirûbûna gotinên nefretê li Herêma Kurdistanê kir û got: “Ji sedî 75 ji pêşniyaran hatine cîbicîkirin û zêdetirî 2 hezar û 100 mela ji ber handana wan ji bo bihêzkirina nirxên jiyana hevbeş û redkirina nefretê di civakê de, hatine xelatkirin.”

Zêbarî da zanîn, li Herêma Kurdistanê 62 kes bi tawana bazirganiya mirovan hatine girtin. Da zanîn jî: “Di Nîsana 2024an de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê siyaseta parastina zarokan pesend kir, ji bo parastina zarokan ji tundî û destdirêjiyê.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê û parastina jêderên avê, tedbîr girtine, di vê derbarê de (14) bendav bi şiyana embarkirina (80,756) milyon metre sêcar av çêkirine.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, di warê rûbirûbûna madeyên hişbir û derûnî de, Kabîneya Nehem rênmaya avakirina sindoqeke taybet bo madeyên hişbir û derûnî bi mebesta dermankirina bikarênerên madeyên hişbir û pêşkêşkirina piştevaniya pêwîst ji bo wan derxist. 

Herwiha got jî: “Amarên dezgehên peywendîdar amaje bi zêdebûna dosyayên bikaranîna madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişber dikin, hejmara bikarhêner û qaçaxçiyan gihiştiye (5160) kesan.”