Bo Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş 6 sal û 3 meh sizayê zindanê hat birrîn

Diyarbekir (K24) – Ji bo Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş 6 sal û 3 meh sizayê zindanê hat birrîn. Dadgehê di biryarê de amaje kir ku Sofya Alagaş ji ber endamtiya rêxistina terorî hatiye sizadan.

Dadgeha Sizayê Giran a 5. Ya Diyarbekirê bo Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş, ji ber endamtiya rêxistina terorî biryara 6 sal û 3 meh sizayê zindanê birrî.

Piştî biryara dadgehê, Sofya Alagaş û Parlementerên Dem Partiyê li ber dadgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê û amaje kirin ku biryara dadgehê derveyî hiquqê ye û biryarek siyasî ye.

Parêzerê Sofya Alagaşê Resul Temur jî di aparstinê de anî zimên ku dosyaya Sofya Alagaşê bi lez û bez hatiye amadekirin, Sofya Alagaş ji ber kar û xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin, çend biryarên berê hatîn dayîn hatine guherîn û îfadeya şahidê veşartî nîşaneya destêwerdana polîtîk e.

Tê çaverêkirin ku biryara dadgehê ji aliyê dadgeha herêmî ve jî were nirxandin û piştî biryarê jî nîqaşên derbarê danîna qeyuman de jî dest pê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment