Wezîrê Avedankirinê: Destkarî di nexşeya Rêya Pêşxistinê de hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Avedankirinê yê Herêma Kurdistanê ragehand, “Nexşeya Rêya Pêşxistinê bi awayê xwe yê niha Herêma Kurdistanê venagire, vê yekê jî sedemên siyasî li pişt in.”
Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdilkerîm îro (Sêşem, 28.01.2025) ji rojnamevanan re got, “Derxistina Herêma Kurdistanê ji Rêya Pêşxistinê girêdayî aqiliyeta navendî ya Bexdayê ye, ku naxwaze Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve bihêz bikeve.”
Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Nexşeya Rêya Pêşxistinê li dû dîzayna xwe ya niha Herêma Kurdistanê venagire, vê yekê jî sedemên siyasî li pişt in.”
Li dû xişteya dawiyê, Rêya Pêşxistinê di nav 11 parêzgehan re derbaz dibe, ji Benderê Fawê dest pê dike û li Xabûrî bidawî tê, dirêjahiya wê dibe 1200 kîlometir, 10.5 milyar dolar bi şemendefira pêşkeftî ya karebayî tên dan û 6.5 milyar dolar jî dê xerciya çêkirina hêla asinî bin.