Hikûmeta Îraqê Herêma Kurdistanê ji çêkirina sayloyan bêbar kiriye

Sayloyeke Herêma Kurdistanê
Sayloyeke Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê bi bi du kompaniyên Swîsrî û Misirî re peyman ji bo çêkirina hejmareke sayloyên nû îmza kirine, lê çi ji wan li parêzgehên Herêma Kurdistanê nayên çêkirin.

Birêveberê Giştî yê Bazriganiya Herêma Kurdistanê li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil îro (Çarşem, 29.01.2025) ji Malpera K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê peyman bi du kompaniyên Swîsrî û Misirî re bi merema çêkirina pênc sayloyên nû îmza kirine.”

Birêveberê Giştî yê Bazriganiya Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Her pênc sayloyên nû li bajarên başûr û naverasta Îraqê tên çêkirin û Herêma Kurdistanê ji çêkirina sayloyên nû hatiye bêbarkirin.”

Newzad Şêx Kamil ron jî kir, “Berî ew peyman bên îmzakirin, me daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiribû ku para Herêma Kurdistanê ji çêkirina sayloyên nû neyê xwarin, lê Hikûmeta Îraqê bê ku ji me bipirse jî ew peyman îmza kirine, xwe amade nebû sayloyên me ji me re nûjen jî bike.”

Navbirî tekez jî kir, “Bêbarkirina parêzgehên me ji çêkirina sayloyên nû di çarçoveya siyaseta berpirsên Bexdayê de ye, ji bo dijatîkirina Herêma Kurdistanê. Eger ne, li dû destûrî, divê hejmareke sayloyên nû li parêzgehên Herêma Kurdistanê jî bê çêkirin.”

Wî berpirsê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Niha 11 saylo li bajar û bajarkên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê hene ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine çêkirin.”

Birêveberê Giştî yê Bazriganiya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Giringîdana bi kertê çandinê yek ji karên pêşiyê yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di wê çarçoveyê de jî kar ji bo çêkirina çend sayloyan hatiye kirin, ew jî pêxemetî avakirina jêrxaneyeke bihêz di wî warî de.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment