Mîrê Qeterê serdana Şamê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Qeterê, wek yekemîn serkirdeyê Ereb îro 30î Çile piştî rûxandina rêjîma Esed, serdana Sûriyeyê dike û bi Serokê Rêveberiya Veguhêz Ehmed Şera re dicive.

Serokatiya Sûriyê tekez kir, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî îro li Şamê bi Serokê Rêveberiya veguhêz Ehmed Şera re dicive û geşedanên siyasî û pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de gotûbêj dikin.

Di çarçoveya nêzîkbûnê, hewlên piştevaniya aramiyê û bihêzkirina pêwendiya di navbera her du aliyan de de, Dohayê di destpêka vê mehê de mêvandariya Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî kiribû.

Her wiha Qeterê berdewam li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez ji Sûriyê re û piştgiriya xwe ji gelê Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de tekez kiribû.

Ev yek di demekê de ye, Rêveberiya Operasyonên Leşkerî li Sûriyeyê duh Ehmed Şera weke serokê welat ji bo qonaxa veguhêz destnîşan kiribû û Şera jî “Gotara Serkeftinê” li Şamê pêşkêş kiribû.

Şera da zanîn, pêwîstiya Sûriyeyê bi avakirinê heye û weke wan çawa Sûriye ji Rêjîma Esed rizgar kir, divê kar li ser avakirina û pêşxistina welat bikin.