Xula Heftemîn a Peyade ya Hêzên Pêşmerge bidawî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Merasîma bidawîkirina Xula Heftemîn a Hêzên Pêşmerge li baregeha leşkerî ya Kanî Qerjale li Hewlêrê birêve çû.
Fermandarê Hêza Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî îro 30î Çile li merasîmê di gotarekê de got: “Cihê şanaziyê ye ku îro 300 serbazên aza û dilsoz ev xule bi serkeftî bidawî kirin.”
Sîhad Barzanî da zanîn, “Xula Piyade ya heftemîn di 28ê Îlona 2024an de dest pê kir. Bername bi baldarî hat danîn, ji bo gihîştina standardên leşkerî yên navdewletî yên herî bilind.”
Herwiha got jî: “Di çend mehên borî de, van serbazan rahênaneke berfireh di warê şarezayên piyade yên bingehîn de ji bo meydana şerê modern dîtine, lewra îro ew bi temamî amade ne ji bo xizmet û parastina Kurdistanê.”
Sîhad Barzanî amaje bi wê kir, “Fermandariya Hêzên Piştevaniyê Yek dê bi serperiştiya Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, weke yekîneyeke pîşeyî bi rahênanên pratîkî li ser pêşxistina zanyariyên leşkerî berdewam be.”
Fermandarê Hêza Piştevaniya Yek ragihand jî, “Ez bang li hêzên Hevpeymanan dikim ku alîkariya leşkerî û lojîstîkî bidin Hêzên Piştgiriyê, ji ber ku dijminên me li herêmê hevbeş in.”