Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike û daxwaza zû çarebûnê ji bo birîndaran jî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.01.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de, serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike.

Di wê peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ji ber wê rûdana dilhejîn a pêkdadana balafir û helîkopterekê li nêzî Waşinton DCyê, ez serexweşiyê li gel û hikûmeta Amerîkayê dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Hizir û ramanên min li cem qurbaniyan û malbatên wan in, herwesa ez hêviya zû çarebûnê ji bo birîndaran jî dikim.”

 
 
 

Serê sibeha îro (Pêncşem, 30.01.2025) balafireke neferan, bi 60 nefer û çar karmendên desteya balafirê ve berî dadana li balafirxaneya Ronald Rîginê, û helîkoptereke serbazî ku sê serbaz tê de bûn li hev ketin.

Li dû gotina berpirsên wê balafirxaneyê, ew balafira neferan pûç bûye û ketiye nav rûbarê Botomakê yê nêzî wê balafirxaneyê.