Ekrem Malbat: Hikûmet û aqlê dewletê li ser Pêvajoya Çareseriyê hevnêrîn nînin

Ekrem Malbat
Ekrem Malbat

Stenbol (K24) - Zanayekî siyasetê di derheqa Pêvajoya Çareseriyê ya Tirkiyeyê de dibêje, “Pêvajoya niha û ya ewilî berevajî hev in; di pêvajoya ewilî de, hikûmetê dixwest lê dewletê nedixwest. Di pêvajoya îro de, dewlet dixwaze lê hikûmet naxwaze.”

Zanayê Siyasetê Ekrem Malbat di derheqa Pêvajoya Çareseriyê ya Tirkiyeyê de got, “Ez dixwazim pêvajoya niha bi ya ewilî ve muqayese bikim, ji ber ku di navbera wan de hin cudahî hene. Eger em vê baş ron bikin, rewş dê zelaltir bibe.”

Ekrem Malbat ron jî kir, “Di pêvajoya ewilî de, ya 2012 û 2013ê, hikûmetê dixwest lê dewletê nedixwest. Di pêvajoya îro de, dewlet dixwaze lê hikûmeta naxwaze.”

Navbirî di derheqa wê yekê de jî ka çima ew rol li hev hatin guhertin got, “Di pêvajoya ewilî de, hewcedariya hikûmetê bi piştgiriyeke sivîl a Kurdan hebû, lê ji deh salan zêdetir zeman derbaz bû û bi gelemperî li Rojhilata Navîn jî gelek tişt hatin guhertin. Ew hewcedarî îro ji bo dewleta Tirkiyeyê ye ji ber ku tiştê ku vê pêvajoyê berdewam dike rewşa Kurdan a nav Tirkiyeyê nîne, zêdetir rewşa Kurdan a derveyê Tirkiyeyê ye û xasma jî rewşa Rojavayê Kurdistanê.”

Wî zanayê siyasetê ron jî kir, “Pêvajoya ku îro Kurdên Sûriyeyê gehiştinê ji bo Tirkiyeyê bûye wek desthilateke nû ji bo Kurdan, lewma dewleta Tirkiyeyê dixwaze berî ku ji hêza wê derbikeve bi awayekî bi Kurdan re rûne û zirara mezintir biçûk bike.”

Ekrem Malbat tekez jî kir, “Divê Kurd jî hisaba xwe bikin. Ji aliyê partiya nejadperest a Tirkiyeyê ve rê li ber Ocalan hat vekirin û piştgiriya wî hat kirin. Ev di siyaseta Tirkiyeyê de tiştekî normal nîne. Ev jî nîşan dide ku niyeteke gavavêtinê heye ku ne tenê di qada sivîl de belkî di qada siyasî de û di qada hêzên çekdar de jî vê meseleyê çare bike, ji ber ku dewlet rewşa Kurdan a nû û xasma jî ji aliyê hêzên çekdar ve wekî gefekê ji xwe re dibîne.”

Navbirî herwesa got, “Arêşeya bingehîn ew e ku di pêvajoya nû de, di nav dewlet û hikûmetê de jî, hê xetekî zelal û hevpar û yekbend nîne, ji ber ku em dibînin kesekî fena Bahçeli tiştên ku em bawer nakin û hêvî nakin daxwaz dike, li aliyekî jî ji aliyê desthilatê ve yanî parek ji aliyê dewletê ve siyaseta înkarê ya hişk di eynî demê de berdewam e.”

 
Fly Erbil Advertisment