Şêwirmendekî Trump: Kurd hevalbend û hevkarên sereke yên Amerîkayê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê Gabriel Soma got: “Trump têdigihe ku berjewendiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hene û pêdagiriyê li ser mana hêzên Amerîkî li Sûriyeyê dike.”
Soma ji K24ê re ragihand: “Serokê Amerîkayê bi başî têdigihe ku berjewendiyên wî welatî li Rojhilata Navîn hene. Zêdetirî 2000 leşkerên Amerîkî li Sûriyê hene û petrola Sûriyeyê di metirsiyê de ye, ji ber ku dibe DAIŞê destê xwe deyne ser û jê re bibe çavkaniya dahata.”
Da zanîn: “Serokê Amerîkayê pêdagiriyê li ser mana hêzên xwe li Sûriyeyê dike. Nêzîkî 12 hezar endamên DAIŞê di zindanên Sûriyeyê de hene. Herwiha zêdetirî 2400 malbatên DAIŞê di kampan de ne.”
Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê amaje bi wê kir, Amerîka tekezî li ser parastina berjewendiyên xwe li Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dike.
Soma diyar kir: “Trump naxwaze Amerîka roleke mezin di danûstandina ligel hikûmeta niha ya Sûriyeyê de bilîze. Di şûna wê de, ew dixwaze ku rayedarên Sûrî giringiyê bidin welatê xwe û divê desthildarên nû mafên pêkhateyan li welat biparêzin.”
Got jî: “Trump naxwaze mafên Kurdan li Sûriyê bên binpêkirin. Kurd hevalbendên Amerîkayê ne û bi hev re şerê DAIŞê kirine. Hebûna Kurdan jî gelekî girîng e, bi taybetî ji bo parastina ewlehiya girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê.”
Li ser mana hêzên Amerîkayê li Iraqê jî, Soma got: “Di destpêkê de siyasetmedarên Iraqî daxwaza derxistina hêzên Amerîkî ji welatê xwe kirin. Lê niha ev heman siyasetmedar bi xwe jî, banga mayîna hêzên Amerîkî dikin û dibêjin, DAIŞ hîn jî ji bo welat metirsî ye.”
Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê got: “Peywendiyên Amerîka bi Herêma Kurdistanê re gelek baş in û Trump karkirina bi Kurdan re bilind dinirxîne.”