Şam: Berpirsên teqîna Minbicê dê bê ceza nemînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Sûriyeyê derbarê teqîna Minbicê de ragihand, “Dewleta Sûriyeyê ji bo şopandina wan kesên ku di vê kiryara sûcdar de cih digirin, xemsariyê nake.”
Serokatiya Sûriyetê îro 3ê Sibatê daxuyaniyek derbarê teqîna li Minbicê de belav kir, ku tê de 20 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de gotin: “Ev tawan bêyî ku sizayên herî tund li ser tawanbarên wê bên sepandin derbas nabe, da ku ew bibin nimûne ji her kesê ku biwêre destêwerdana ewlekariya Sûriyeyê bike an zirarê bigihîne xelkê wê.”
Otomobîleke bombekirî îro li navenda bajarê Minbicê teqiya. Li gorî medyaya Sûriyeyê, di encama teqînê de, 20 kes hatine kuştin û hejamrek kesên din jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Em teqînên ku bajarê Minbicê kirine armanc bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe bi gelê wê re radigihînin.”
Mezlûm Ebdî herwiha got: “Ev kiryarên tawankar, yekitiya niştimanî dixe metirsiyê û divê berpirsên wan hesab bidin.”