Ehmed Şera: HSDê amadebûna xwe diyar kiriye ku çek di destê dewletê de bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera radigihîne, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk amadebûna xwe diyar kiriye ku çek di destê dewletê de bin, lê di hin hûrgiliyan de nakokî hene.”
Ehmed Şera îro 3ê Sibatê di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk amadebûna xwe diyar kir ku çek di destê dewletê de bin, lê di hin hûrgiliyan de nakokî hene, em ê bi danûstandinan çareser bikin.”
Herwiha redkirina xwe li ser cudabûna beşekê ji Sûriyeyê dubare kir û tekez kir, “welatên ku piştevaniya HSDê dikin, li ser yekîtiya dewleta Sûriyeyê û kontrolkirina çekan di destê wê de, li hev dikin.”
Ehmed Şera amaje bi wê kir, “Me saziyên dewletê parastine û ji bo pêşdebirina Sûriyeyê, em ê xwe bispêrin şiyanên xwe.” Herwiha got jî: “Em li Sûriyeyê di qonaxa nûavakirina yasayê de ne û pêwîstiya me bi demê heye.”
Şera bal kişand ser wê yekê ku aştiya sivîl pêwîst e û got: “Divê hemû Sûrî xwe ji nakokiyan dûr bixin.” Herwiha tekez kir: “Em ê rê nedin ku Sûriye bigihe sîstemeke kotayê ji bo dayîna postan bo mezheban.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê diyar kir jî, kontrolkirina çekên komên çekdar ên ku di şerên li dijî rêjîma Esed de beşdar bûne, bi awayekî nerm pêk hat.