Mihemed Hesan rolê Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî di parastina ewlehiya deverê de bilind dinirxîne

Mesrûr Barzanî û Mihemed Hesan
Mesrûr Barzanî û Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê re civiya, û her du alî li ser giringiya rêzgirtina li mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 04.02.2025) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.

Her du alî li ser giringiya rêzgirtina li mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, herwesa edilandina qanûna budceyê ya federalî ji aliyê Civata Nûnerên Îrqê ve jî wekî pêngaveke erênî bi arasteya çarekirina arêşeyan hat danan.

Mihemed Hesan rolê Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî di parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê de bilind nirixand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesna rolê avaker û erênî yê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê ji aliyê lihevnêzîkkirina aliyên siyasî yên Îraqê û çespandina seqamgiriyê ve kir.