Hakan Fîdan: Ehmed Şera helwesteke temam ron li ser PKK û YPGê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dibêje, “Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera helwesteke temam ron li ser PKK û YPGê heye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Çarşem, 05.02.2025) ji ajansa fermî ya Tirkiyeyê re ragehand, “Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera helwesteke temam ron li ser PKK û YPGê heye, ev yek jî pêdivîtiyên ewlehî yên Tirkiyeyê dabîn dike.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di pareke din a gotinên xwe de got, “Çi bijardeyek ji bo otonomî yan federaliyê di karnameya Hikûmeta Sûriyeyê ya nû de nîne.”
Hakan Fîdan amaje jî da, “Sûriye an hemî endamên PKKê vedigerîne ku ji welatên cuda cuda hatine an jî ji bo yekparçeyîya axa Sûriyeyê wan ji nav dibe.”