Macron pîrozbahî li Şera kir û vexwend Parîsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Ehmed Şera kir ku wek Serokê Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê dest bi kar kiriye û ew vexwend Parîsê.
Serokatiya Sûriyeyê îro 5ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, Macron pêwendiyeke telefonî li gel Ehmed Şera kir û ji ber destnîşankirina wî wek Serokê Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê, pîrozbahî Ehmed Şera kir.
Da zanîn jî, Macron rizgarkirina Sûriyeyê ji destê rêjîma Esed pîroz kir û piştgiriya xwe ji bo qonaxa veguhêz a Sûriyeyê dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê Fransayê tekezî li ser hewldanên welatê xwe yên ji bo rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê û vekirina rê li ber geşbûn û pêşketina wî welatî kir.
Herdu serokan hevahengiya xwe ji bo çareserkirina kêşeyên li pêşiya pêşketina Sûriyê û parastina aştî û aramiyê li welat dubare kirin.
Herwiha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya siyasî, yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê dubare kir.
Li hemberê Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera spasiya hevtayê xwe yê Fransî ji bo banga wî û helwestên Fransa yên ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê di çardeh salên borî de, kir.
Herwiha Ehmed Şera tekez kir ku Sûriye dê li herêmê û cîhanê bibe karaktereke çalak.
Di dawiyê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera vexwend Fransayê.
Ev vexwandina Şera bo Parîsê di demejê de ye, Koşka Elysee ragihandibû, Fransa bi niyaz e di 13ê Sibatê de konferansekê derbarê Sûriyeyê de li Parîsê lidar bixe.