Li Hamayê goreke komî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Goreke komî ku tê de laşên 17 qurbaniyan tê de ne, li gundekî parêzgeha Hemayê hat dîtin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, welatiyan goreke bikomî li gundê El-Bayî li Hemayê dîtin, ku tê de termên 7 welatiyên sivîl ku di dema rejîma berê de bi awayekî hovane hatibûn kuştin, tê de bûn.
Yek ji qurbaniyan ji aliyê malbata wî ve hat nasîn. Gundiyan tekez kirin ku ew di sala 2013an de ji aliyê rêjîmê ve hatiye kuştin.
Rewangehê da zanîn, termên qurbaniyan yên mayî radestî Bijîşkiya Dadwerî hatin kirin.
Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ji dema rûxandina rêjîma Esed di 8ê Berçileya 2024ab de, 19 gorên bikomî ku 1656 laşe tê de ne hatine dîtin.