Rojnameyeke Almanyayî: Trump Dayika Tev Bombeyan dide Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Bildê ya Almanyayî ragehandiye ku, Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff niyeta Waşintonê ragehandiye ku yek ji bihêztirîn sîstemên çekê etomî, ku wekî “Dayika Tev Bombeyan” tê naskirin, dide Israîlê.

Li dû wê rojnameya Almanyayî, Witkoff ragehenadiye ku Pentagon bombeya “GBU-43/B Massive Ordnance Air Blast” ji Israîlê re dişîne, ku bombeyeke gelek mezin e û giraniya wê 11 ton e û dikare bingehên kûr ên binerd pûç bike.

Ew rojname herwesa dibêje, “Dana vê bombeyê ji bo Israîlê pilankirî ye, wekî nîşanekê ji bo paşeroja Israîlê di rûbirûbûna Tehranê de tê temaşekirin.” 

Ew bombeyên mezin ji destpêka salên 2000ê ve di lîsta xwestekên Israîlê de bûn, lê hemî serokên Amerîkayê ji George Bush heta Joe Biden, herwesa Trump jî di gera xwe ya yekê de, red kiriye ku wê bombeyê bidin Israîlê.

Ev bombeya asmanî wekî teqemeniya mezin (MOAB) tê naskirin û nasnavê “Dayika Tev Bombeyan” li ser wê hatiye danan.