Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya kurê Xalid Xoşnaw bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya kurê sermayedarê mezin ê bajarê Hewlêrê Xalid Xoşnaw bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (În, 07.02.2025) li bajarê Hewlêrê tevlî behiya Welîd ê kurê kesatiya navdar ê Kurdistanê û sermayedarê mezin ê bajarê Hewlêrê Xalid Xoşnaw bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li binemal û kesûkarên Xudêjêrazî kir, herwesa hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û hêvî xwast ku Xudêyê mezin canê Xudêjêrazî bi behiştê şa bike.

Xalid Xoşnaw jî bi navê binemala xwe rêz û spasiyên xwe ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.