Li Dêrazorê 4 zarok di encama teqîna mînekê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Dêrazorê 4 zarok ji ber teqîna mînekê ya ji bermahiyên şer, birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di encama teqîna mînekê ji bermaya şerê li gundê Hetla yê Dêrazorê de, 4 zarok birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Ji destpêka îsal ve, ji ber teqîna bermahiyên şer 143 kesan canê xwe jidest dane bûne û 176 kes jî birîndar bûne.