Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê haydariya serhildana DAIŞê didin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê haydariyê didin ku ji ber birîna alîkariyên Amerîkayê ji bo Sûriyeyê, DAIŞ dubare serî hilde û bandoreke xirab dê li ser jîn û jiyara şêniyên kempan hebe.

Rojnameya Gardianê ya Brîtanyayî li ser zarê çend berpirsên hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê parve kiriye, “Eger birîna alîkariyên Amerîkayê li Sûriyeyê biçe di warê bicihanînê de, dibe sedema serhildana DAIŞê li deverê.”

Wê rojnameyê herwesa amaje jî daye, “Birîna alîkariyên Amerîkayê bandoreke nerênî dê li ser jîn û jiyara bi dehan hezar kempên bakurê Sûriyeyê hebe.”

Birêveberê Kempa Holê li bakurê Sûriyeyê Cîhan Henan got, “Ez nizanim çi rû dide, mimkin e xwe dabînkirina nanî jî li kempan bê rawestandin.”

Rojnameya navbirî eşkere jî kiriye, “Piraniya şêniyên kempên Roj û Holê jin û zarok in, ku piraniya wan ji malbatên endamên DAIŞê ne, lê bê tomet hatine desteserkirin. Komên mafên mirovan jî nîgeran in ku şêniyên kempan di rewşeke giran de dijîn û alîkariyên mirovî nagehin wan.”

Bluemont a Amerîkayî komeke alîkariyên mirovî ye, ji gehandina alîkariyan bo her du kempên Hol û Rojê li Sûriyeyê berpirs e, li roja 24.01.2025ê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve fermana rawestandina karên wan li wan her du kempan gehiştiye wan.