DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partiyê derbarê danîna qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û got: “Derbeya qeyûm a di nîvşevê de hatiye kirin, derbeya li dijî îradeya gel e.”
Bi hinceta cezayê girtinê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn, polîsan îro 15ê Sibatê avêt ser avahiya şaredariyê. Di dema serdegirtinê de rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Piştî serdegirtina şaredariyê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Wezaretê got ku Zeydan ji peywirê hatiye dûrxistin û waliyê bajêr Ozan Balci li şûna wî weke qeyûm hatiye tayînkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serenavê “Qeyûm derbe ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev derbe ye. Derbeya qeyûm ku di nîvşevê de li dijî şaredariya me hate kirin, derbeyeke li dijî îradeya gel e. Em, serdegirtina avahiya şaredariyê, avêtina bombeyên gazê, bikaranîna guleyên plastîk û binçavkirina zarok û kesên kal û derbkirina wan lanet dikin.”
Herwiha got: “Em ê serî li ber vê bêhiqûqtiyê netewînin. Em ê li dijî zîhniyeta qeyûmperest a hewl dide îradeya gelê Wanê xesp bike bisekinin. Şaredarî ne yên derbekaran, yên gel in.”