PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Bajarê Wanê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) radigihîne, “Biryara tayîn kirina qeyûmî, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Wanê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.”

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 15ê Sibatê derbarê danîna qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî ku 3 sal û 9 meh cezaya girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji wazîfeyê wergirtîye û li şûna wî Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatîye tayînkirin.

Herwiha got: “Biryara tayînkirina qeyûmî, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Wanê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Buroya Ragehandinê ya PWKê got jî: “Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin. Divê Hevserokê Şaredarîya Wanê vegere ser wazîfeya xwe.”