Bayindir: Me nêrîn û helwesta Ocalan derbarê proseya aştiyê de gihand Serokê Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DBP’ê tekez dike ku pêvajoya nû ya aştiyê dê ji bo paşeroja gelê Kurd pir pêwîst û baş be. Herwiha got: “Hêviya gelê Kurd bi pêvajoyê heye.”
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 17ê Sibatê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ku endamekî şanda DEM Partiyê bo Hewlêrê ye, îro 17ê Sibatê di konferanseke rojnamevanî de behsa naveroka hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Bayindir got: “Me hevdîtineke gelek baş û biratî bi Serokê Herêma Kurdistanê re pêk anî. Me silavên Abdullah Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî. Herwiha me nêrîn û helwesta Ocalan derbarê proseya aştiyê ya nû de gihand Serokê Herêma Kurdistanê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Helwesta Nêçîrvan Barzanî ya derbarê pêvajoya nû ya aştiyê û çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de, netewî bû û tekezî li ser piştgîriya xwe ya temam bo proseyê kir. Ji bo helwest û piştevaniya wî em gelek spasiya xwe dikin.”
Hevserokê DBP’ê got jî: “Eger pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biser bikeve, dê ji bo pêşeroja gelê Kurd gelekî pêwîst û baş be. Hêviya gelê Kurd bo pêvajoyeke nû ya aştiyê heye û aliyên Kurdistanî jî li gel pêşketina proseyê ne.”