Mezlûm Ebdî: DAIŞ dixwaze êrîşî ser bajarên Sûriyeyê bike

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amajeyê dide ku, DAIŞê valahiya ewlehiyê li Sûriyeyê ji bo hilgirtina çekan û pêgeha stratejîk bi kar aniye. Herwesa dibêje ku, HSD bi hûrî çavdêriya livînên DAIŞê li deverê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Duşem, 17.02.2025) di çavpêkeftinekê de bi rojnameya “Times”ê ya Brîtanyayî re got, “DAIŞê valahiya ewlehiyê li biyabanên Sûriyeyê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê, ku bakurê rojhilatê Urdinê, rojavayê Îraqê û pareke bakurê Siûdiyeyê vedigire, ji bo hilgirtina çekan û damezrandina pêgeha stratejîk bi kar aniye.”

Mezlûm Ebdî herwesa ragehand, “Armanca DAIŞê ji vî karê wê êrîşkirina li ser bajaran e.” Herwesa got, “HSD bi hûrî çavdêriya livînên DAIŞê li van deveran dike ku derbazî çend cihan bûye.”

Navbirî amaje jî da, “Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê li ser tevlîbûna pêkhateyan di piroseya siyasî de nerîn û daxwaziyên welatên cîhanê li ber çavan werdigirin, lê di bingeha xwe de berevajî bername û aydolojiya Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera ye ku kesekî selefî ye.”