Nêçîrvan Barzanî: Destûrê Îraqê Partiya Beis qedexe kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê ecêbmana xwe li beranberî daxuyaniyeke Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî diyar dike, ku qaşo Partiya Beis bingeha xwe li Hewlêrê heye. Herwesa dibêje, “Ev partî li dû qanûna Îraqê qedexe ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 17.02.2025) di çavpêkeftineke taybet a kanala El-Erebiye de got, “Daxuyaniya Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Elawî li ser hebûna bingeha Partiya Beis li Hewlêrê cihê ecêbmanê ye, û ya ku di vî warî de hatiye gotin xirab-fêmkirin e.”
Serokê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Partiya Beis li dû destûrê Îraqê qedexe ye û Herêma Kurdistanê pabendî qedexekirina hemî çalakiyên hizirî û rêkxistinî yên wê partiyê ye.”
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê pabendî hemî rênimayî û qanûnên Îraqê ye. Ev daxuyanî jî bêbingeh in û ji rastiyê dûr in û Herêma Kurdistanê wan bi temamî red dike.”
Navbirî herwesa amaje jî da, “Têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re gelek baş in û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hemî bizavan ji bo çarekirina pirsên hilawîstî dike.”
Baregayê Barzanî pêr (Duşem, 15.02.2025) ronkirinek parve kir û tê de got, “Di dema ragehandina komeleyeke siyasî de, rêzdar Eyad Elawî hin gotin li ser vekirina tayê Partiya Beis li Kurdistanê kirin.”
Baregayê Barzanî herwesa got, “Em li vê derê tekez dikin ku deriyê Kurdistanê û Hewlêrê ji bo hemî welatiyên Îraqê vekiriye, ku bi azadî lê bijîn lê ya ku rêzdar Eyad Elawî di derheqa vekirina tayekî Partiya Beis li Kurdistanê de behs kiriye ji rastiyê dûr e, û di eynî demê de jî em radigehînin ku ev gotin cihê ecêbmaneke zêde û cihê pirsyarê ne, ku ev gotinên wî kirine rast nînin.”