Mezlûm Ebdî daxwaz ji Ehmed Şera kir ku serdana bakurê rojhilatê Sûriyeyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amajeyê dide, “Me bi Şamê re li ser çend xalan lihev kir.” Mezlûm Ebdî daxwazê jî ji Serokê Desthilata Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê dike ku serdana bakuê rojhilatê Sûriyeyê bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Duşem, 17.02.2025) ragehand ku, li ser çend xalan bi Şamê re lihev kiriye, û çend pirsên din jî hene ku heta niha her du alî ji bo çarekirina wan danûstandinan dikin.
Mezlûm Ebdî amaje jî da ku, bizav ji bo amadekirina derfeteke guncayî ji bo gengeşe û danûstandinan bi Şamê re berdewam in. Daxwaz ji Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera jî kir ku serdana bakurê rojhilatê Sûriyeyê bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Duşem, 17.02.2025) di çavpêkeftinekê de bi rojnameya “Times”ê ya Brîtanyayî re got, “DAIŞê valahiya ewlehiyê li biyabanên Sûriyeyê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê, ku bakurê rojhilatê Urdinê, rojavayê Îraqê û pareke bakurê Siûdiyeyê vedigire, ji bo hilgirtina çekan û damezrandina pêgeha stratejîk bi kar aniye.”
Mezlûm Ebdî herwesa ragehand, “Armanca DAIŞê ji vî karê wê êrîşkirina li ser bajaran e.” Herwesa got, “HSD bi hûrî çavdêriya livînên DAIŞê li van deveran dike ku derbazî çend cihan bûye.”
Navbirî amaje jî da, “Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê li ser tevlîbûna pêkhateyan di piroseya siyasî de nerîn û daxwaziyên welatên cîhanê li ber çavan werdigirin, lê di bingeha xwe de berevajî bername û aydolojiya Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera ye ku kesekî selefî ye.”