Burkay: Tirk û Kurd dikarin di sîstema federaliyê de bi aşitî bijîn

Enqere (K24) – Piştî banga serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinên Şanda Îmraliyê li herêma Kurdistanê berdewam in. Şande ligel Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî civiya û hate ragihandin piştevaniya proseyê hatiye kirin. Ligel berdwamiya hevdîtinan kesayetên partiyên Kurdistanî jî dibêjin divê Pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê bê çareser kirin, zimanê Kurdî bibe fermî û rêya vê jî federalî ye.

Şandeya Îmraliyê li herêma Kurdistanê ji bo çareseriya Pirsa Kurdan hevdîtinan dike. Şande 16ê Sibatê ligel Serok Barzanî civiya û hate ragihandin Serok Barzanî amadehiya xwe ya temam ji bo alîkarî û piştevaniya proseya aştiyê li Tirkiyeyê û serkeftina wê nîşan da. Serokê DBPê Keskîn Bayindir îro (17ê Sibatê) piştî hevdîtina ligel serokê herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî got, “Dê birêz Nêçîrvan Barzanî piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê. Herwiha dê Şandeya Îmraliyê sibe jî hevdîtinên xwe bidomîne.

Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay jî ligel berdewamiya hevdîtinan dibêje ji bo Pirsa Kurd çareyek tenê heye ku dayîna mafê Kurdan e û rêya federaliye ye.

Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay ji K24ê re got: “Em dibêjin ku Pirsa Kurdî li ser esasê wekheviyê çareser bibe ku ew jî federalî ye. Yanê Tirkiye û Kurdistan bibin federal, her du gel Tirk û Kurd dikarin ligel hev bi aşitî bijîn. Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî weke Tirkî, bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde ji dibistana pêşîn heya zanîngehê. Wekhevî û demokrasi wisa dibe. Ez ji destpêkê heta niha vê yekê dixwazin.”

Ligel hewlên çareseriya Pirsa Kurd ji hilbijartinên herêmî yên sala 2023an û vir ve heta niha bo 9 şaredariyên DEM Partiyê hatine tayînkirin. Cigîrserokê Partiya Maf û Azadiyan Mustafa Aytaç jî amaje dike ku ew vê pêvajoyê weke şanoyekê dibînin.

Cîgirê Serokê Partiya HAK-PARê Mistefa Aytaç dibêje:“Li vir tiştek dernakeve em wisa dibînin. Belê PKKê bila çekan berde bes mesela Kurdan tenê meseleya PKKê nîne, meseleya çekberdan nîne. Hewceye dewleta Tirkan Kurdan qebûl bike, zimanê Kurdan qebûl bike, bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Xwestina me ev e lê ev şanoyeke, şano jî hinekî dom dike paşe jî diqede, tiştek jî jê dernakeve. Lê meseleya Kurdan 100 salan heye û sed sal, hezar sal jî dom bike heta azadiyê.”

Tê payîn, Şanda DEM Partiyê piştî du caran bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, piştî vegera xwe ya ji Herêma Kurdistanê bo cara sêyemîn jî biçe Îmraliyê.