Dadgeha Federalî ya Îraqê skalaya Serokkomarê Îraqê red kir

Letîf Reşîd
Letîf Reşîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê îro (Sêşem, 18.02.2025) ew daxwazî red kir a ku Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd li ser Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîra Darayî ya Îraqê tomar kiribû, ku tê de daxwaz kiribû hikûmet pabendî şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê be.

Di biryara Dadgeha Federalî de hatiye, “Biryara bicihanîna piroseya tomarkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li dû rênimayan e, ku ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve derketiye, bi şertekî ku ev bi hevahengiya navbera Wezareta Darayî ya Federalî û Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ye, herwesa rêyê dide fermanberan ku bi azadî wan bankan hilbijêrin ên ku bi wan baş in.”

Dadgeha Bilind amaje jî da, “Me biryar li ser redkirina skalaya daxwazker Serokkomar da, xasma ku daxwaziyên di skalayan de hatiye ji pisporiya me nînin.”

Berpirsê Peywendiyên Serokatiya Komara Îraqê Hawrê Tûfîq li roja Yekşemê (09.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd li roja 20ê meha borî pêxemetî gerentîkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federalî skalaya qanûnî li ser Serokwezîrê Îraqê û Wezîra Darayî ya Îraqê tomar kir.”

Berpirsê Peywendiyên Serokatiya Komara Îraqê herwesa ragehand ku, ew daxwaz dikin mijarên teknîkî ji bo şandina mafên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê nebin berbest.

Hawrê Tûfîq amaje jî da, “Daxwaz ji Dadgeha Federalî hatiye kirin ku fermanekê ji bo xerckirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam û bê rawestiyan derbixe.”