Trump: Ukrayna ji êrîşa Rûsyayê berpirsyar e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragehand, “Berpirsyarîtiya êrîşa Rûsyayê di stûyê Ukraynayê de ye, ku berî nêzî sê salan rû da.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da ku, li Riyazê bi Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsyayê re danûstandin li ser baştirkirina peywendiyan û bidawîanîna şerê Ukrayanyê kirin.

Trump di derheqa rexneyên Ukraynayê de ku ew ji bo wê civînê nehatibûn vexwandin de got, “Baş e ev sê sal in ku tu di şerî de yî û nedibû ku te ev şer kiriba, diviyabû te lihevkirinek kiriba.”

Navbirî amaje jî da ku eger di dema serhildana şerî de li ser desthilatê ba, wî dikarî lihevkirinek kiriba ku hema bibêje hemî axa Ukraynayê daba bê ku kesek hatiba kuştin û çi bajarek jî wêran bûba. Tekez jî kir, “Ez dixwazim aştiyê bi dest bixim, ez naxwazim zêdetir mirin hebe.”

Serokê Amerîkayê herwesa daxwaz kir ku hilbijartin li Rûsyayê bên kirin, ew daxwazî ji aliyê Rûsyayê ve jî hatiye pêşkêşkirin, herwesa got, “Ev ne tenê daxwaziyeke Rûsyayê ye, belkî ev daxwaziyek e ez û gelek welatên din jî dikin.”

Rûsya tekezê li ser wê yekê dike ku, gera serokatiyê ya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li meha Adarê bidawî hat, lewma jî divê Ukrayna hilbijartinan bike. Ev di demekê de ye ku Kiyêv tekezê li ser wê yekê dike ku desthilatên Zelenskyy li dû qanûna serbazî ya niha bimînin.

Dawî gera hilbijartinên serokatiya Ukraynayê li sala 2019ê hat kirin. Herwesa operasyona serbazî ya Rûsyayê ji bo ser Ukraynayê li Şibata sala 2022ê hat destpêkirin, dema ku hêzên Rûsyayê ji Bîlarûs û Qirmê ve çûn nav axa Ukraynayê.