DEM Partî li Enqereyê li dijî danîna qeyuman derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari bi şaredar, parlamenter û sedan rêveberên xwe li Navenda Enqerê xwepêşandanek lidarxistin û kiryarên desthilatê yên qeyûman şermezar kirin ku nenaskirina îradeya gel nayê qebûlkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li gel hemû şaredarên partiyê, endamên meclîsên şaredariyan û hevşaredarên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin, li Guvenparka a Enqereyê ji bo şermezarkirina biryarên qeyûman hatin cem hev. Ji aliyê hevserokan ve hate ragihandin ku li ser maseya wan aştî heye lê li ser maseya desthilatê mijara qeyûm û qeyûmê bo Wanê heye. Di xwepêşandanê de pankartên weke “Qeyûm bêhiqm in, Mafê gelê Kurd yê dengdanê nayê xespkirin” hatin vekirin.
Hevşaredara Elihê ya ku qeyûm li cihê wê hatiye danîn Gulîstan Sonuk got: “Cihê ku biryara qeyûman jê derdikev ev der bixwe ye, Enqere bixwe ye. Cihê ku biryara nenaskirina îradeya gele Kurd, îradeya jina ew biryar tê standin ev der bixwe ye. Cihê ku neçaresrriya pirsgirêka Kurd jî lê tê standin û di şer de tê israr kirin ev der e. Ji ber wê yekê me xwest liv ê derê li çavkaniya biryarên, neçareserkirina pirsgirêka Kurd, qeyûman de çavkanî ev der e. Ji ber vê yekê em bi qîmet dibînin vê derê, girse jî heye, ji her deverên Kurdistanê û Tirkiye.”
Herwiha di xwepêşandanê de hate gotin, Ger me pêşî li tayînkirina qeyûmê bo Mêrdînê bigirta, derbarê Şaredariya Stenbolê de jî dê lêpirsîn nehatiba vekirin û bang hate kirin ku qeyûm ne tene kêşeya DEM Partî kêşeya hemû Tirkiyeyê ye.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal got: “Sekna birêz Ocalan, sekna gele Kurd, sekna DEM Partiyê li hember çaresrî û aştiyê diyar e. Bangaweziya me pişt peyamên birêz Ocalan sekinandina me diyar e. Yên ku dixwazin li vê prosese de l aliyekî hevdîtinê bike û yê êrîşan dike dewlet bixwe ye. Vê rewşê em weke nakokiyekê, div ê rewşa prosesê de normal nabînin. Ji berk u aliyek dixwaze vê tiştê normalize bike, dibe di her pêvajoya cîhanê de wisa dibe, aliyek hevdîtin dibe aliyek êrîş dibe heta ku ev encam jê were xwestin. Dibe ku ev rewş di wî şeklî de biçe. Lê hevdîtinên k udi 3-4 mehan de çêbû em bibÊjin weke vekirî, binavkirî ku ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin, weke prosesek hatiye belavkirin em hêj nikarin bin av bikin.”
Piştî daxuyaniya rêveberên DEM Partiyê çalakvanan li qada Guvenparkê li dijî tayînkirina qeyûman govend gerandin û ragihandin ew biryarên dijî nenaskirina îradeya gelê Kurd qebûl nakin.