Sirrî Sakik: Perlemanto heye lê îradeya perlemantoyê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Dem Partiyê Sirrî Sakik li parlamentoya Tirkiyê, bang li Parlamenterên AK Partî kir ku xwedî li sozên xwe derkevin. Aliyek dibêje aştî û binaxkirina çekan, aliyê din jî bi dozên derew derbarê şaredaran de doz tên vekirin û qeyûm tên danîn. 

Parlamenterê Dem Partiyê Sirrî Sakik got: “Îradeya gel nayê qebûlkirin. Perlemanto heye, lê îradeya perlemantoyê nîne. Rêvberiyên herêmî hene, lê desthilata wan û bandora wan nîne. Hûn bi dilê xwe yasayê derdixin û dest datînin ser.”

Herwiha got: “Ka we digot em li hev tên, ka çek dihatin binaxkirin. Ka aştî dihate sazkirin. Hûn dozên derew vedikin û mirovan dixin zîndanê û qeyûman datînin. Îro jî derbarê şaredara Agirî de doz hate vekirin. Ev kiryar di dema rewşa awarte de hebûn, dema desthilatên serbazî hebû, hûn heman tiştan dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment