Yekîtiya Ewropayê bi niyaz e beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê bi niyaz e cezayên ku di warê enerjî, veguhestin û avedankirinê de li ser Sûriyeyê hatine sepandin, rawestîne.
Tê çaverêkirin, wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê di civîna 24ê Sibatê ya li Brukselê de, dosya Sûriyeyê gotûbêj bikin.
Ajansa “Reuters” reşnivîsek nîşan da û diyar kir, Yekîtiya Ewropayê bi niyaz e cezayên li dijî Sûriyeyê di sektorên enerjî, veguhestin û avedankirinê de rawestîne.
Pêştir jî, Yekîtiya Ewropayê gotibû ku ewê cezayên li ser Sûriyeyê yên di warê firokevanî, jêrxana bankî, enerjî û veguhestina bejayî de bo salekê rakin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Berbock got, divê hin ceza li ser Sûriyeyê bên rakirin, heta ku aboriya welat vegere ser rêya xwe.
Yekîtîya Ewropa û Amerîkayê komek ciza li ser kes û beşên aborî li Sûriyeyê di serdema serokê rejîma berê Beşar Esed sepandibûn.